”Divê gelê Şengalê li hember van êrişan xwedî helwest be”

Di derbarê êrişa dewleta Tirk a 27’ê Sibatê ya li ser Şengalê de Rêveberiya Xweser a Şengalê daxuyaniyek da.

Rêveberiya Xweser a Şengalê diyar kir ku ev êriş berdewama dîroka fermana ye ku bi destê dewleta tirk a dagirker, bi hevkariya PDK’ê li ser civaka Êzidî têne meşandin.

Rêveberiyê eşkere kir ku lazim e gelên Şengalê van êrişan li ser xwe bihesibîne û li gor wê xwedî helwest be û got: ”Sibe di saet 2 nîvro de em ê li ber seytereya Şehîd Êzdîn a Asayîşa Êzîdxanê ya li Xanesorê kom bibin û ji wê derê ber bi Seytereya Muşterek a di navbera Xanesorê û Behreva bimeşin.

Em bang li hemû gelê xwe dikin ku ji bo xwedîderketina têkoşîna şehîdan û ji bo hesabxwestina ji dijmin beşdarî vê meşê bibin”.

Back to top button