ANHA bû dika rastiyê

Ajansa ANHA’yê, derbasî sala xwe ya 11′an dibe.
10 salên xwe yên tijî têkoşîn û fedakariyên mezin ji bo eşkerekirina rastiyê ji cîhanê re temam kir û bû jêdereke rastiyê.
ANHA parçeyek ji têkoşîn û berxwedana 10 salan a ragihandina azad e.
Ew bi xwe bû dika rastiyê ..
Û ji cîhanê teva re rastiya şoreşe raber kir .

Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA)..

Di 1’ê Adara sala 2013’an de ji aliyê çend rojnamevanên kurd ve li Rojava hatiye avakirin.

Ew bû parçeyek ji têkoşîn û berxwedana 10 salan a ragihandina azad e.

Piştî destpêkirina Bihara Gelan dest bi rêveçûn û rêwîtiya xwe kir û li herêmê pêngaveke têkoşînê ya ragihandinê ava kir.

Bi damezirandina wê re ev têkoşînê bi pêş ket.

Bi Şoreşa 19′ê Tîrmehê re ajans ji gelên Rojhilata Navîn re bû eynik.

Di encama têkoşîna wê ya gur de, ajansê hewl da birêxistinbûna xwe li hemû herêmê belav bike û li Rojhilata Navîn berfireh bike.

Ew yek bi rêya 17 navendên li herêmên Heleb, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê,

Nûçegihanên li Lubnan û Misirê û zêdetirî 120 endamên xwe ku rastiyê ji cîhanê re eşkere bikin, pêk hat.

Ji cîhanê re rastiya şoreşê raber kir

Bi 6 zimanan (erebî, kurdî, tirkî, îngilîzî, spanî û rûsî) bû dika derbirîna rastiya gelan..

Roleke girîng di gihandina civakeke demokratîk û azad de lîst.

Ji lew re wek jêdera rastiyê hate qebûlkirin û tevahî beşên civakê wê dişopînin.

Ji ragihandinê re bû dibistanek

Bi rêya hewla ajansê ya eşkerekirina rastî û şoreşê bû dibistanek ji bo belavkirina ramanên ragihandina azad.

Li Rojavayê Kurdistanê, li perçeyên din ên Kurdistanê û welatên Rojhilata Navîn bûyer û geşedanên diqewimin, radigihîne.

ANHA armanc dike ku agahiyên rast ji çavkaniya bingehîn bigire û ragihîne civakê.

Bi vê mebestê hedef dike ku li hemberî desthilatdariyê di qada ragihandinê de tevlî têkoşîna jinûve avakirina civaka exlaqî û polîtîk bibe.

Hedef dike ku çapemeniyê ji hegemonyaya desthilatdariyê derxîne, bixe xizmeta gelan û sazîbûna çapemeniya alternatîf kûr bike.

Bê guman, ev berhem bi hêsanî nehatin bidestxistin, lê belê bi têkoşîna dijwar û fedekariyên mezin pêk hatin.

Ji bo dilsoziya nûçegihanên xwe Dilîşan Îbîş, Rizgar Denîz, Hogir Mihemed û Îsam Hesen Ebdullah rastiyên di tariyê de hatine nixumandin ronî dikin ..

Back to top button