Xelkê Silêmanî êrîşa li dijî Seyrangeha Kunemasî şermezar kir

Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe li dijî Başûrê Kurdistanê didomîne. Her dawî, Seyrangeha Kunemasî ya bajarê Silêmaniyê bombebaran kir. Li dijî dagirkeriyê, nerazîbûn û nîşandana bertekan jî tên domandin. Gelek bangên şermezarkirin û nîşandana helwestê jî li hikumeta Başûr û Iraqê tên kirin.

Bi dirûşmên “Birmire xiyanet, bimire dagirkerî, bo derve bo derve artêşa Tirk bo derve” şêniyên bajarê Silêmanî, çalakiyeke şermezarkirinê li dijî êrîşa dewleta Tirk a li ser Seyrangeha Kunemasî li dar xist.

Endamê Komîteya Amadekar a Çalakiyê Wehab Ehmed bang li tevahî hêz û aliyên siyasî kir ku bibin yek dest û bi hevre li dijî dagirkeriyê têbikoşin.

Şêniyên Wargeha Mexmûrê jî êrîşa dewleta Tirk a li dijî Seyrangeha Kunemasî şermezar kir.

Welatiyên Mexmûrê: Armanca êrîşan, tunekirina gelê Kurd e

Mexmûriyan da zanîn ku armanca van êrîşên qirker, jiholêrakirina pergala xweseriya demokratîk û tunekirina gelê Kurd e.

Şêniyên Mexmûrê bi daxuyaniyekê bang li gelê Kurd kir ku li beramberî dagirkeriyê serî hildin û bêdeng nemînin.

Her wiha bang li hikumeta Başûr, hikumeta Iraq, saziyên civaka sivîl, hêzên navneteweyî û aliyên berpirsiyar kirin ku helwesteke zelal nîşan bidin.

Çalakvanên Hewlêrê: Armanca êrîşan, zindîkirina dewleta Osmanî ye

Li aliyekî din, çalakvanên Hewlêrê destnîşan kir ku êrîşên Tirkiyê, zindîkirina dewleta Osmanî ye. Divê tevahî gelê Kurd li hemberî wê bêndeg nemîne.

Şêniyên Germiyanê jî teqez kirin ku, eger PDK ji bo nerjewendiyên xwe rê ji dagirkeriyê re veneke, wê nikaribe sînor derbas bike.

Germiyanî: Berpirsê êrîşan, hikumeta Başûr û parlamena Iraqê ye

Germiyaniyan jî diyar kirin ku berpirsiyarê yekem ê van êrîşan, hikûmeta Başûr û parlamena Iraqê ye û bang li tevahî gel kir ku li dijî dewleta Tirk dakevin kolanan da ku ji herêmê derkeve.

Back to top button