Mirî El Şibilî: Polîtîkayên tirkkirinê berdewama senaryoya lîwa îskenderonê ne

Endamê Desteya Serokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk-MSD’ê Mirî El-Şibilî diyar kir ku li herêmên dagirkirî ferzkirina lîreyê Tirkiyê di çarçoveya polîtîkayên tirkkirinê de tê kirin. Divê herkes berpirsyariya parastina nasnameya Sûrî li hemberî dagirkeriyê rake û nehêle heremên dagirkirî wek lîwa Îskenderun bibin.

Dewleta Tirk her cihê dagir dike ala xwe lê diçikîne, dibistanên Tirkî vedike, polîs û asayîşên girêdayî xwe rêxistin dike, guhertina demografîk pêktîne Û li heremên dagirkirî bikaranîna pereyê Tirk ferz dike.

Emdamê Desteya Serokatiya MSD’ê Mirî El-Şibilî derbarê mijarê de ji ajansa hawarê re axivî û diyar kir ku dewleta Tirk bi van polîtîkayên xwe dixwaze senaryoya Lîwa Îskenderon dubare bike.

Mirî El-Şibilî got:

“Tiştên ku em li Efrîn û herêmên din ên dagirkirî dibînin, ferzkirina bikaranîna pereyên tirk encamên polîtîkayên tirkkirinê ye.

Dewleta Tirk dixwaze Efrîn, Ezaz, Bab, Cerablus, Girê Spî Serêkaniyê jî wek Lîwa Îskenderun bi xwe ve girê bide.

Pereyê mirov ê niştimanî nasnameya wî ye.

Dema ku tu lîreyê tirk bi kar bînî ev tê wateya ku tu nasnameya tirk dipejirîne.

Ev yek bi tu awayî nayê qebûlkirin. Divê em li dîrokê vegerin da ku dersê jê bigirin.”

Mirî El Şibilî: Projeya Rêveberiya Xweser niştimanî ye, ne parçekirin e

El-Şibilî îşaret pê kir ku tevî mercên zehmet ku Sûriyê tê re derbas dibe, lê ew pereyên Sûriyê bi kar tînin û ev tişt anî ziman:
“Tevî têkçûna qîmeta pereyên Sûriyê lê me di herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de pereyên biyanî bi kar neaînin.
Ji ber ku em Sûrî ne alîgirê parçebûnê nîn in.

Em hertim dibêjin û dubare dikin ku projeya me projeya biratiya gelan e û ji bo hemû pêkhateyên herêmê ye.”

Mihemed El-Deham: Divê partiyên siyasî yên Sûrî polîtîkayên dewleta Tirk ên tirkkirinê teşhîr bikin

Nûnerê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê yê Til Hemîsê Mihemed El-Deham jî dîyar kir ku dewleta Tirk bi polîtîkayên Tirkkirin û perçekirinê dixwaze pergala Rêveberiya Xweser, wekheviya navbera mezheb, netew û baweriyan ji holê rake.

Mihemed El-Deham daxwaz ji partiyên siyasî yên Sûriyê kir ku li dijî polîtîkayên dewleta Tirk ên perçekirin û Tirkirina axa Sûrî xwedî helwest bin û siyaseta dewleta Tirk teşhîr bikin.

Back to top button