Li Idlib çeteyên dewleta Tirk a dagirker hevdu tesfiye dikin

Ji ber nakokiyên di navbera çeteyên dewleta Tirk yên li Idlibê de, rojane şer derdikeve. Tevî lihevkirinê jî li rojavayê Idlibê çeteyên Cebhet El-Nûsra êrîşî çeteyên ‘Huras El Dîn’ kir.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan, ragihand ku çeteyên Çebhet El-Nûsra êrîşî navend û rêbendên ‘ Huras El Dîn’ ê li gundê Hemamê yê li bajarê Cisir Şixûr ê rojavayê Idlibê û navendeke din ê li bajarê Sermed kir.

Di encama êrîşê de 29 çete ji herdu aliyan hatin kuştin, jê 18 ê Huras El Dîn û 11 jî ji Cebhet El Nusra ne.

Hêzên hikûmeta Şamê çeperên çeteyan topbaran kir

Li aliyê din, Hêzên Hikûmeta Şamê careke din çeperên çeteyan ên li parezgeha Hemayê topbaran kir.

Çavdêriya Sûrî ragihand ku leşkerên hikumeta Şamê çeperên çeteyan ê li Riweyha, Benîn, Sefûhan, Filfil û Hilubê topbaran kir.

Piştî wê, li aliyê Menara şer di navbera her du aliyan de derket.

Tirkiyê 15 maşîneyên din, derbasî Surî kir

Her wiha Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan, eşkere kir ku tevî li hevkirina Putîn û Erdogan, Tirkiyê zêdetirî 15 maşîneyên leşkerî derbasî Sûriyê kir.

Bi vî awayî, jimara maşîneyên ku Tirkiyê heta niha derbasî Sûrî kirine gihîşt, 4245’an.

Back to top button