Bi dîmen..Hêzên Asayîşê ya bajarê Qamişlo: Ai nava salekê de 131 bazirganên madeyên hişbirê girtin

Hêzên Asayîşê ya bajarê Qamişlo duh miqdarek madeyên hişbir ku desteser kiribûn şewitandin.

Duh bi boneya Roja Tunekirina Hişbirê ya Cîhanê Hêzên Asayîşa Qamişlo daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Hêzên Asayîşê û Têkoşîna Li dijî Sûcên Rêxistinkirî di aliyê girtin bikarhîner û bazirganên madeyên hişbirê û desteserkirina madeyan de destkeftiyên mezin pêk anîn û bi hemû hêza xwe hewl dide îsal vê diyardeyê kêm bike.

Li gorî daxuyaniyê di nava salekê de 131 bazirganên madeyên hişbirê hatin girtin rêjeyek mezin ji heşîş û hebên hişbir û madeyê din desteser kirin.

Di derbarê mijarê de endamê rêveber ê Desteya Hundirîn a herêma Cizrîrê Reyan Exte jî bang li şêniyên herêmê kir ku rewşên bi guman ên bazirganî an jî bi karanîna madeyên hişbirê bibînin agahî bidin hêzên Asayîşê.

Back to top button