Ilham Ehmed: Divê YE ji nêzîkatiyên xwe yên bi dewleta Tirk re hayedar be

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê Ilham Ehmed diyar kir ku dive YE ji nêzîkatiyên xwe yên bi dewleta Tirk re hayedar bin da ku karibin xwe ji çeteyên DAIŞ’ê biparêzin.

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Ilham Ehmed di axaftineke li gel ajansa Reutersê got:

Divê YE li dijî dewleta Tirk xwedî helwesteke cidî û bihêz be da ku rastî pêleke ji çeteyên DAIŞ’ê neye.

ILHAM EHMED: VEKIŞÎNA HÊZÊN EMERÎKÎ JI HERÊMÊ RÊ LI BER REVÎNA ÇETEYÊN DAIŞ’Ê VEKIR

Ilham Ehmed destnîşan kir ku vekişîna Hêzên Emerîkî ji herêmê rê li ber revîna çeteyên DAIŞ’ê vekir û helbet ev çete dê berê xwe bidin welatên xwe û ji nû ve xwe birêzxsitin bikin.

Ilham Ehemd bang li Ewropayê kir ku ji bo rê li ber revîna çeteyên DAIŞ’ê bê girtin, 2 hezar leşkerî bişîne Sûriyê da ku sînorê bi Tirkiyê re bê parastin.

Her wiha da xuyakirin ku divê yekser YE danûstandinên tevlîbûna Tirkiyê bo YE bên rawestandin û hemû hevpeymanên bazirganî bi Tirkiyê re bên sekinandin.

ILHAM EHMED: DEWLETA TIRK A DAGIRKER GELÊN HERÊMÊ BI ÇEKÊN EWROPÎ DIKUJE

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Ilham Ehmed tekez kir ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de gelên herêmê bi çekên Ewropî tên kuştin û banga qedexkirina firotina çekan ji bo dewleta Tirk kir.

Leave a Reply

Back to top button