DAIŞ di bin navê Artêşa Netewî ya Sûrî de vedigerin Girê Spî

Rojane belge zêde dibin ku çeteyên DAIŞ’ê bi awayekî çalak beşdarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser bakur û rojhilatê Sûrî dibin.Çavkaniyekê eşkere kir ku hejmarek ji çeteyên DAIŞ’ê piştî dagirkirina wê vegeriyan Girê Spî.

Tevî idiyên dewleta Tirk a dagirker ku navê artêşa netewî ya sûrî li çeteyên xwe dike, lê rastiyên li ser erdê bi îdîayên Tirkiyê re bi tevahî cûda ne.

Hejmarek ji navên çeteyên DAIŞ’ê di nava wan de yê ewlehî hene vegeriyane Girê Spî bi navê Artêşa Netewî ya sûrî ya giryêdayê dewleta Tirk a dagirker.

Çavkaniyekê pêbawer ji ANHA’yê re eşker kir ku, ji wan çeteyan Ramî Yûsiv El-Dheş ji taxa Eyn El-Erûs yê bajarê Girê Spî ye.

Çete Ramî berê endamê artêşa Azad bû, piştre bû çeteyê ewlehiyê yê DAIŞ’ê li Girê Spî, niha jî di nava mîta Tirk de ye.

Vî Çeteyê bi artêşa Tirk a dagirker re êrîşî Girê Spî kir û niha li Girê Spî ye.

Tevî çete Ramî, çete Sad Şihazê El-bithawî DAIŞ’î bû, ji gundê El-Misterîhê yê Girê Spî ye.

Di sala 2013’an de, ajanê Cebhet El-Nisra bû, piştre beşdarî DAIŞ’ê bû, bi rizgarkirina Girê Spî re reviya Tirkiyê û niha di nava Cebha El-Şamiyê de ye.

Ev jî beşdarî êrîşên li dijî Girê Spî bû û niha li wir e.

Leave a Reply

Back to top button