KCK’ê: Dewleta Tirk bi dagirkirina axa Iraq, Sûrî, Lîbya û Kurdistanê dixwaze Osmaniya nû ava bike

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji ber helwest û hestyariya wan ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, spasiya Yekîtiya Ereban û welatên Ereb kir. KCK”ê bang li hemû gelên Rojhilata Navîn kir ku li dijî êrîşên Tirkiyê xwedî helwest bin û têkoşîna têkbirina vê êrîşkariyê geş bikin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistan û welatên Ereban daxuyaniyek da.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dewleta Tirk diwaze gelê Kurd, ku yek jî geleke resen ê li ser vî erdnîgariyê ku bûye sedema pêşketina civakbûn û mirovahiyê, qir bike.

KCK di berdewamiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên li ser Sûrî, Iraq, Lîbya û Kurdistanê aramanc dike erdnîgariyên ku Împeratoriya Osmaniyan serwerî lê kirî, dagir bike.

KCK’ê got:

“Dewleta Tirk her cihê dagir dike ala xwe lê diçikîne, dibistanên Tirkî vedike, polîs û asayîşên girêdayî xwe rêxistin dike, çawa ku weke li Sûriyê ku pereyê xwe kiriye piyaseyê, ji bo bi xwe ve girê bide, bingehê ava dike.
Bi vê yekê bikaranîna maskeya Îslamê, gotina ez li dijî terorê têkoşîn dikim, divê were fêmkirina ku bi temamî bi armanca veşartina êrîşên dagirkerî û bi xwe ve girêdanê ne.”

KCK’ê: Hestyarî û nenrazîbûnên Yekîtiya Ereb û welatên Ereban hêja ye

KCK’ê destnîşan kir ku helwest û nerazîbûnên Yekîtiya Ereb û welatên Ereb ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a li ser gelê Kurd, hêja ye û got:

“Yekîtiya Ereban armanca desthilata AKP-MHP’ê dîtiye, li dijî êrîşên dewleta Tirk a li Iraq, Sûriye û Lîbyayê helwestekî zelal nîşan daye.
Dane nîşandan ku polîtîkayên dewleta Tirk êrîşkar, dagirker û mêtinger in.
Êrîşên dewleta Tirk a li ser gelê Kurd jî şermezar kirine.
Gotina Wezîrê berê yê Karê Derve yê Misrê Amr Mûsa ya, ‘Tirkiye êrîşî welatên Ereban dike, dijminahiya Ereban dike’ û dîsa tehşîrkirina polîtîkayên AKP-MHP’ê girîng in.
Ji ber vê hestyarbûna wan spasiyên xwe pêşkêşî Yekîtiya Ereb û welatên Ereb dikin.”

KCK’ê di dawiyê de bang li gelên Rojhilata Navîn û welatên wê kir ku li dijî vê dewleta Tirk a ku xwedî hişmendiya netew-dewlet a dagirker e, bibin xwedî helwest, têkoşîna têkbirina vê êrîşkariyê bilind bikin.

Back to top button