Li Sûriyê pêdiviya zêdeyî 9 mîlyon mirovan bi alîkariyên jiyanî hene. Rêxistinên mirovî ji bo rewşa li Sûriyê hişyariyê didin .
NY’ê jî ragihand ku Rûsya ji peymana êrîşnekirina nexweşxane û alîkariyên mirovî li Sûriyê, vekişyaye.
Bernameya Xurekan a cîhanî ragihand ku di 6 mehên borî de, jimara welatiyên Sûrî ku hewcedariya wan bi xurekên sereke heye bû milyonek û 400 hezar.
Berdevka bernameya Xurekan a cîhanî diyar kir ku, di nava salekê de, ji ber hilweşîna aboriya Lubnanê, her wiha ji ber rêkarên li dijî vîrûsa coronayê, nirxên kelûpelan 200% bilind bû.
Nûnera rêxistina Tenduristiya Cîhanî li Sûriyê Ak-Cemal Mac-tîmova jî li ser rewşa Sûriyê axivî û got:
Piştî 9 salan ji şerê li vî welatî, bêhtirî 90% ji xelkên wê, di bin sînorê xizaniyê de ne û her ku diçe pêdiviyên mirovî zêde dibin.
Nîvê nexweşxaneyan ji kar derketine û nîvê kadroyên bijîşkî revyane û yên mane jî her dem di bin gefên revandin û kuştinê de ne.
Li gorî detayên rêxistina Tenduristiya Cîhanî, li Sûriyê 248 rewşên coronayê hatine tomarkirin, di nav wan de 9 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Rêveberê Operasyonên lezgîn ê rêxistinê Richard Brinan eşkere kir ku jimarên fermî gelekî ji yên rast kêmtir in.
Brinan got:
Tiştê em zanin, li Sûriyê belavbûneke zêde ya vîrûsê hîna çênebûye, fersend li pêşiya me heye ku em rê li ber belavbûna vîrûsê li Sûriyê bigirin.
NY: Rûsya ji peymana êrîşnekirina nexweşxaneyan vekdikşe
Ji aliyê din, NY’ê ragihand ku Rûsya ji peymana armancnekirina nexweşxane û barên alîkariya mirovî li sûriyê vekişyaye.
Li gorî Reutersê, Rûsyayê, NY agahdar kiriye ku ew ji vê peymanê vedikşe.
NY’ê nerazîbûna xwe ji vê biryara Rûsyayê anî ziman û teqez kir ku eger aliyên li Sûriyê beşdarî vê peymanê nebin jî, lê ew girêdayî qanûna mirovî ya navdewletî ne.
Li gorî lêpirsîneke NY’ê ya meha Nîsanê, pir gengaz e ku hikumeta Şamê û hevalbendên xwe, li dijî 3 avahiyên tenduristî , dibistanek û Sêwîxaneyeke zarokan, li bakur rojhilatê Sûriyê, êrîş pêk anîbin.