Qamişlo-li ser jîngehê semînerek hat dayîn

Partiya Kesk a Demokratîk li ser jîngeh û girîngiya parastina wê semînerek da.

Semîner li Parka Xwendinê ya Qamişlo hat dayîn.

Hevserokê Partiya Kesk a Demokratîk Loqman Ehmê semîer bi rêve bir.

Gelek hiqûqnas, rewşenbîr, nivîskar, endamên meclisan û yên Kongra Îslamî ya Demokratîk beşdar bûn.

Loqman Ehmê behsa bandorên dualî di navbera jîngeh û siyasetê de, bandora jîngehê li ser civak û mirovahiyê kir.

Her wiha diyar kir ku heke ev kiryarên li dijî jîngehê beyî ku siyasetên navneteweyî û herêmî werin guhartin, dewam bikin, dê li ser civakê metirsiyeke mezin çêke.

Paşê beşdaran nêrînênên xwe li ser semînerê parve kirin.

Beşdaran teqezî bi girîngiya çareserkirina pirsgirêkên li hember jîngehê bi rêya ferzkirina ceza û bacan ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, kir.

Back to top button