Ev sê roje êriş û topbarana artêşa dagirker a li ser heremê ranewestiya ye.
Artêşa dagirker doh careke din gundewarê Eyn Îsa û Rêya M4 topbaran kir.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê doh derengiya şevê Kampa Kevin a Eyn Îsa, gundên Seyda, Mieleq û rêya M4 ya Eyn Îsa topbaran kir.
Topbarana artêşa dagirker heta derengiya şevê berdewam kir.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî gundê Şeala yê kantona Şehbayê kirin
Her wiha doh piştî nîvro jî li ser rêya Til Temirê û Zirganê wesayîteke sivîlan topbarankirin.