Li Şehbayê ji bo şehîd Avaşîn Zinar û li Şexmeqsûd a Helebê jî ji bo şehîd Rifet Elî û du gerîlayên HPG’ê yên şehîd konê sersaxiyê hatin danîn.
Welatiyan serdana kon kirin û sersaxî ji malbatên şehîdan û gel re xwestin û soza berdewamkirina têkoşînê dan.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî ji bo her du şehîdên HPG’ê Baharîn Dêrsim û Bîrhat Cilo ku li çiyayên Kurdistanê şehîd bûn û şehîd Serbest Heleb konê sersaxiyê li qada Şehîdan veda.
Welatî û endamên partiyên siyasî û saziyan serdana kon kirin û sersaxî xwestin.
Di merasîmê de Bavê şehîd Çekdar Efrînî Mihemed Elî Silêman axivî û bal kişand ser girîngiya berdewamkirina têkoşîna şehîdan.
Endama Koordînasyona Kongra Star Ruşen Mûsa jî girîngiya mezinkirina têkoşînê anî ziman.
Paşê li dengê şehîd Baharîn Dêrsim û şehîd Bîrhat Cîlo hate guhdarî kirin.