Li Şehabayê ji bo Şervana YPJ’ê Avaşîn Zinar ku di encama qezayekê de li Şedadê şehîd bibû konê sersaxiyê hat vedan û peyama tolhildanê hat dayin.
Kon li pêşiya mala şehîd Avaşîn Zinar ya li gundê Babinis ê girêdayî naveçeya Fafînê hate lidarxistin.
Bi sedan koçberên Efrînê, xelkê Şehbayê û endamên saziyan beşdarê bûn û sersaxî ji malbata şehîd Avaşîn Zinar re xwestin.
Li wir Endama Meclisa Navçeya Ehdasê Raniye Hesen axivî û got:
Dijmin çiqas êrîş bike em tune nabin û heta dawiyê ji bo doza xwe em ê têbikoşin.
Li ser navê malbata şehîd Avaşîn jî xwişka wê axivî û soza tolhildanê da.
Piştî axaftin bi dawî bûn, wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.