Polonya dîplomatekî Rûsya dersînor kir

Li nava Ewropa û Rûsya vê carê krîza “dîplomatê nayê xwestin” derketiye. Moskova ji ber 3 dîplomatên Almanya, Polonya û Swîsre beşdarî xwepêşandanên ji bo serbestberdana Aleksey Navalny bûne weke kesên nayên xwestin ragihandibû.

Li dijî vê yekê welatên navbûrî jî her yek ji wan dîplomatekî Rûsî dersînor kirin. Ne tenê ve, ji ber bê helwestiya Nûnerê Bilind yê Polîtîka Parastin û Karê Derve yê YE Josep Borrell di serdana wî ya li Moskova de îstifaya wî tê xwestin.

Di navbera Rûsya û YE de krîza dîplomatê nayê xwestin alî anîne pêşberî hev.

Piştî ku Rûsya bi hinceta ku dîplomatên 3 welatên Ewropa beşdarî xwepêşandanên serbestbedana serokê mixalîfên Rûsya Aleksey Navalny bûne, ew weke kesên nayên xwestin ragihand.

Li dijî vê yekê ji welatên YE bertek li pey bertekê derdikevin.

Polonya bi heman rengî bersiva xwe ya li dijî vê yekê da û wan jî dîplomatekî Rûsya dersînor kir.

Wezareta Derve ya Polonya li ser mijarê daxuyaniyek nivîskî da û got,

Ji ber helwesta Rûsya wan, wan biryara dersînorkirina dîplomatekî Moskova yê li rojavayê welat ku di konsolxaneyê de kar daye.

Beriya biryar were girtin, bi rêveberên Almanya û Swîsre re hevdîtin hatiye pêkanîn.

Her yek ji Almanya û Swîsre dîplomatekî Rûsî dersînor kirin

Almanya, Polonya ve İsveç, ülkelerinde faaliyet gösteren birer Rus diplomatı “istenmeyen kişi” ilan etti.

Ji Almanya û Swîsre jî li dijî Rûsya heman helwest derket.

Her yek ji Berlîn û Cenevê dîplomatekî Rûsya weke kesê nayê xwestin destnîşan kir û dersînor kir.

Bi vê yekê re hersê welatên navborî helwesta xwe ya li dijî Moskova nîşan dan.

Lê vê yekê li nava YE jî pirsgirêk da avakirin.

Ji ber Borrell dema li Moskova ye neparastiye îstifaya wî tê xwestin

Li Parlamantoya Ewropa zêdeyî 70 palamanteran, ji ber bêhelwestiya Nûnerê Bilind yê Polîtîka Parastin û Karê Derve yê YE Josep Borrell li dijî biçûkxistina wan ji aliyê Rûsya ve parastinek baş ne kiriye daxwaza îstifaya wî tê kirin.

Parlementeran ji Seroka Komisyona YE Ursula von der Leyen re nameyek şandin û helwesta Borrell ya di daxuyaniya bi Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov re bi tundî rexne kirin.

Parlementeran danaxuyakirin ku Borrell ji ber cezakirina Navalny û cezayên YE li Moskova ferzbike nîqaş nekiriye û banga li lîderên YE kir ku ceza li Moskova bibirin.

Back to top button