Dewleta Tirk a qirker êdî bi her rê û rêbazî dixwaze aramiya herêmê têk bibe. Rojane li dijî xelkên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişan pêk tîne. Êrişa dewleta Tirk a dagirker ya li dijî kobanê, bi daxuyaniyan hat şermezar kirin.
Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê li ser êrişê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya Rêveberiyê de hate gotin:
“Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker îro erebeyek li başûrê Kobanê kir hedef.
Ji ber nêzîkbûna hilbijartiyên Tirkiyê, rejîma AKP’ê di nava tevliheviyê de ye.
Dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi êrişan derbeyê li ewlehî û îstîqrara herêmê dide û bi van êrişan xwe ji tevlîheviyê dûr bixe.
Her weha Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYD’ê jî êrişa Kobanê bi daxuyaniyekê şermezar kir.
PYD’ê bêdengiya hêzên garantor yên li herêmê şermezar kir û banga bi dawîkirina êrîşên dagirkeriyê kir.