Li Mereşê bi pileya 4 erdhej pêk hat

Li Bakurê Kurdistan rojane erdhejok pêk tên
Vê sibê careke din bi pileya 4 li bajarê Mereşê erdeh pêk hat

Rayedarên Tirkiyê ragihandin vê sibê derdora saet 02.32’an de erdejokek bi pleya 4 an li Maraşê pêk hat.

Hat ragihandin encamê erdhejê de avahiyên berê xisar dîtibûn hilweşiyan e.

Ji aliyeke din bîlançoya erdheja 6’ê sibatê ku navenda wî navçeya pazarcix a Mereşêbû û bandorê 11 bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê kiribû jî giran dibe.

Li gor rayedarên Tirkiyê bîlançoye erdehê gihişt 45 hezar kesî

Rayedarên Tirkiyê piştî du rojan bîlan ço ragihandin û diyar kirin ku hejmara qurbaniya gihîştiya 45 hezar 89 kesî.

Lê rayedarên Tirkî her çendî bîlançoya rast veşêrin jî lê jimara qurbaniyan vê reqema tê parvekirin zêdetir e.

hîn bi hezaran kes di bin kavilan de ne, cenazeyên wan nehatiye derxistin.

Bahçelî li Elbîstanê gef li mexdûrên erdhejê xwar

Ji aliyeke din serokê partiya nîjadperest Dewlet Bahçelî serdanê navçeya Elbîstan a Mereşê kir

lê dema mexdûrên erdhejê gilî û nerazîbûnên xwe anî ziman, Dewlet Bahçelî xwe ji ber rexnê gel nekir û dengê xwe li ser welatiyan bilindkir û gef li wan xwar.

Ji ber berdekan Bahçeliyê faşîst nikaribû li qadê bimîne.

Back to top button