Li Hesekê komîteya şopandinê yên MSD civînekê li dar dixe

Komîteya Şopandinê ya li dijî gendeliyê li herêmê hatibû avakirin, îro ji bo nirxandina karê xwe li Hesekê civînekê li dar dixe.

Civîn bi amadebûna fermandarê QSD’ê Mazlûm Ebdî, seroka Meclisa Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed û Hevserokê rêveberiya xweser Ebid El Mihbaş pêk tê.

Armanca wê ew e rewşa girtiyan, karê dadgehê, kêmasiyên xizmetguzarî nîqaş bikin û çaresekirina pirsgirêkên ku li herêmê derdikevin bidomînin.

Civîn, piştî xwendina raporên xebatên karên dadgeh û xizmetguzarî heta niha didome.

Ev komîte, encamên kongreya MSD’ê de hatibû avakirin.

Back to top button