Dewleta Tirk a dagirker derdora navçeya Eyn Îsayê hat topbarankirin

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker di rewşa belavbûna vîrûsa Coronayê de, li ser herêmê zêdetir bûne. Di vê çarçoveyê de, duh navçeya Eyn Îsa dîsa topbaran kir.

Nûçeghanê me ragihand ku, artêşa Tirk û çeteyên wê, aliyê rojavayî yê navçeya Eyn Îsayê topbaran kir.

Dagirkeriyê jîngeh kir armanc, di encamê de zirarên madî çêbûn.

Berî 2 rojan jî dagirkiriya Tirk, gundên Zenûbiya û Zinar Ereb ên rojavayê Girê Spî topbaran kirin.

Li vir jî malên sivîlan hatin şewitandin.

Her wiha, gundê Eboş ê Til Temirê jî kir armanc û 5 leşkeren hikumeta Şamê hatin kuştin.

Back to top button