Bi Wêne..Artêşa Lîbî 18 êrîş li ser fakulteya leşkerî ya Misratayê pêk anîn

Çavkaniyeke leşkerî Lîbî teqez kir ku “Artêşa Niştimanî zêdetirî 18 êrîşên asmanî li ser fakulteya leşkerî ya li Misratayê, ku veguheriye navenda çeteyên Sûrî û odeya operasyonên Tirkî, pêk anîn.

Çavkaniyê diyar kir ku “êrîş pir deqîq bûn û armancên xwe bi cih anîn.

Di encamê de, embareke cebilxaneyê hat teqandin piştî agir di hundirê fakulteya asmanî de rû da.

Pêr jî, Navenda ragihandina Artêşa Lîbî diyar kiribû ku “wan êrîşeke çeteyan li ser baregeha el-Wetiya têk biribû û di encamê de, nêzî 40 çeteyî hatin kuştin û 40 jî hatin dîlgirtin”.

Back to top button