Li Reqa Hêzên Antî Terorê berpirsê darayî yê şaneyên DAIŞ’ê girt

Li Reqayê, Hêzên Antî Terorê kesê bi navê Ehmed Mihemed El-Elî ku berpirsê darayî yê şaneyên DAIŞê ye, girt. 

Hêzan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dolarên Amerîkî, lireyê Tirkiyê û yê Sûrî bi el-Elî re girtine.

Her wiha, 3 telefonên berîkan jî ku di navbera şaneyan de dihatin bikaranîn, desteser kirin.

Piştî şaneyên DAIŞ’ê gelek tawanên terorîst li Reqayê pêk anîn, hêzên leşkerî vê dawiyê, gelek rêkarên ewlehî ji bo girtina endamên van şaneyan zêde kirin.

Back to top button