Di erdheja bi lerza 6,2 ya ku li eyaleta Gansu ya Çînê pêk hat de herî kêm 118 kes mirin.
Ji ber hewaya sar xebatên lêgerînê dijwar bûn, hat diyarkirin ku herî kêm 20 kes mirine.
Di saet 12’yê şevê yê roja duşemê de li eyaleta Gansu ya li bakurê rojavayê Çînê erdhejek bi mezinahiya 6,2 pileyî hejiya.
Medyaya herêmî ya Çînê ragihand ku navenda erdhejê Cişişan û Navçeya Xweser a Salar bûye.
Li gorî agahiyên destpêkê, di erdheja li sînorê parêzgeha Gansuyê ku gelek caran erdhej lê çêdibin, herî kêm 118 kes mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Ji îtfaiyeya herêmî û yekîneyên karesatê ekîbeke ji 580 kesî ji bo xebatên xilaskirinê sewqî herêmê kirin.
Di erdheja Çînê de 118 kes mirin
Rayedaran diyar kirin ku ji ber şert û mercên giran ên zivistanê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dijwarî tên meşandin û hat destnîşankirin ku di erdhejê de binesaziya herêmê jî xisar dîtiye.
Serokê Çînê Xi Jinping (Şî Cinpîng) bang li xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên lezgîn kir û telîmat da ku ji bo ewlehiya can û malên welatiyên ku ji erdhejê zirar dîtine tevdîr bên kirin.
Şahidên bûyerê radigihînin ku piştî erdhejê gelek mal, rê û binesaziya herêmê zirar dîtiye û li gelek gundên navçeyê jî ceyran û av qut bûye.
Yekineyên meteorolojiyê yên xwecihî pêşbînî dikin ku li herêmê germahiya hewayê îro dakeve binê 10 pileyan.
Di sala 2008’an de 90 hezar kes mirin
Herêma tektonîk, ku li ser xeta xeletiya fireh a li dirêjahiya Çiyayên Hîmalaya ye, yek ji wan deveran e ku pir caran li Çînê erdhejên mezin çêdibin.
Di erdheja bi lerza 6,8’an a ku di Îlona 2022’an da li Sîchuana (Sîşuana) li başûrê herêmê qewimî, herî kêm 93 kes mirin.
Di sala 2008’an de li heman eyaletê erdheja bi lerza 7,9’an pêk hat bû sedema wêraniyeke mezin û nêzî 90 hezar kesî jiyana xwe ji dest dabûn.



