Di operasyonên QSD’ê yên li dijî DAIŞ’ê de 25 çete hatin girtin

QSD’ê ragihand ku di operasyonên hêzên wan ên ewlekariyê yên li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê de 25 çete hatin girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê encamên operasayonên 28’ê Cotmehê -22’Mijdarê yên li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Di dem û dîrokên cûda de ji aliyê hêzên me yên Ewlekarî ve di operasyonên li hember DAIŞ û şaneyên wê yên veşartî hatin pêkanîn de bi tevahî 25 çete hatin girtin. Berfirehiya operasyonên hatin pêkanîn wiha ye;

1- Di operasyona ku ji aliyê hêzên me yên Ewlekarî ve hatî pêkanîn de endam û serçeteyê DAIŞ’ê yê bi navê Erkan Hisên (Mihemed Salih el-Elî) ku bi erka berpirsiya dîlên koma çete ve radibû hate girtin.

2- Di navbera rojên 15-22’ê Mijdara 2019’an de operasyonek taybet li hember şaneyên veşartî û endamên DAIŞ’ê yên li herêma Dêrazorê hat encamdan. Di encamê de 21 çete hatin girtin. 2 çeteyên ku xwastin êrîş bikin jî hatin kuştin.

3- Serçeteyek ku xwe di kampa Holê de vedişart û ji teqînên li Hesekê berpirs bû hate girtin.

4- Di roja 28’ê Cotmehê 2019’an de ji aliyê Yekineyên Antî Teror (YAT) ve operasyonek hat encamdayîn. 2 çeteyên berpirs ji êrîşa teqîna ku beriya niha li ser zindana Hesekê hatibû kirin, hatin girtin.”

Leave a Reply

Back to top button