23 çeteyên DAIŞ û hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin

Hêzên asîmanî yên hikumeta Şamê, duh li navçeya Iqêrbat a li gundewarê Hemayê, êrîşî çeteyên DAIŞ’ê yên li deverê kir.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku, di encama vê êrîşê de, bêhtirî 15 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û maşîneyên wan hatin teqandin.

Ev yek, piştî êrîşeke çeteyên DAIŞ’ê li ser nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li devera Riwêda ya li gundewarê Hemayê pêk hat, ku di encamê de 3 çekdarên bi ser hikumeta Şamê ve hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.

Her wiha beriya wê jî, çeteyên DAIŞ’ê êrîşî bendeke kontrolê ya hêzên hikumetê li gundewarê bajarê Suxne yê çolistana Homsê kiribû û di encamê de 5 endamên hêzên hikumetê hatibûn kuştin.

Li gorî Çavdêriya Sûrî, ji Adara 2019’an heta niha, bêhtirî 552 leşkerên hikumeta Şamê û çekdarên girêdayî wê yên ji nasnameyên cuda, hatine kuştin.

Back to top button