Ji 5 hêzên mezin derbarê çekên nukleerî de daxuyaniyek hevpar

Di demekê ku li cîhanê hêzên mezin, qala şer û amadekariyên wê dikin de, metirsiya karanîna çekên nukleerî li pêşe. 5 welatên herî mezin yên cîhanê ku xwedî çekên nukleerî ne, ji bo vê yekê daxuyaniyek hevbeş dan. Van welatan careke din gotin: Serketiyê şerê nukleerî çênabe û nabe qet pêk jî were.

Li cîhanê metirsiya herî mezin derketina şerekî nukleerî ye.

Pênc ji welatên herî bi hêz ên cîhanê peymaneke hevpar îmze kirin û tê de soz dan ku “Şerê nukleerî tu serketî tune û divê tu carî neyê kirin.”

Ev daxuyanî bi îmzeya Amerîka, Rûsya, Çîn, Brîtanya û Fransa ku di sala 1968’an de jî Peymana Nukleerî (NPT) îmze kiribûn û endamên daîmî yên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ne hate dayîn.

Van welatan bi hev re wekî P5 jî têne zanîn.

Dîplomatekî payebilind ê Amerîkî ji rojnameya The Guardian re axivî û diyar kir ku tevî alozbûna peywendiyên di navbera hin welatan de, daxuyaniya hevbeş piştî çend mehan ji danûstandinên P5 hate lihevkirin.

Aloziya di navbera Rûsya, Çîn û Rojava de ji ber gelek mijarên cuda zêdetir dibe.

Di dema ku Rojava îdia dikir ku Moskow xwe amade dike ku êrîşî Ûkraynayê bike, Çînê nîşan da ew dikare li dijî Taywanê hêza leşkerî bikar bîne.

Daxuyaniya ku ji aliyê 5 welatan ve hat îmzekirin, bal kişand ser daxuyaniya Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Ronald Reagan û serokê Yekîtiya Sovyetê Mîxaîl Gorbaçov ku di lûtkeya 1985’an de li Cenevê pêk hat û wiha got:

“Em qebûl dikin ku di şerê nukleerî de serketî namîne û divê şerekî bi vî rengî ti carî nebe.”

5 dewletên hêza nukleerî anî ziman ku erkê wan kêmkirina rîskên stratejîkin.

Her wiha berprisyariya herî sereke jî rênedana derketina şerekî nukleerî ye.

Daxuyanî hemwextî dîroka lêkolîna NPT ku 5 salan carekê pêk tê hat.

Konferansa ku dihat payîn pêk were, ji ber varianta Omicron hate paşxistin.

Hinek welatan jî pêkanîna konferansê li ser înternetê red kirin.

Back to top button