Li Sûdanê şerê di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Bilez de li Xartûm û bajarê Nyala yê li rojavayê welêt dewam dikin.
Artêşa Sûdanê ragihandibû ku wan 40 endamên komên Tevgera Rizgariya Gelê Sûdanê-Bakur (SPLM-N) bêbandor kirine.
Li başûrê rojhilatê Xartûmê hêzên artêşê bi topan êrişî Hêzên Piştgiriya Bilez kirin.
Her wiha li nêzî Pira Şembatê ya dikeve herêma Umdurman jî şer derket.
Li bajarê Nyala yê eyaleta Darfura Başûr a li rojavayê welêt jî şerên dijwar derketin.
Artêşê Sûdanê: 40 endamên SPLM-N hatin kuştin
Artêşa Sûdanê ragihandibû ku wan 40 endamên Tevgera Rizgariya Gelê Sûdanê-Bakur (SPLM-N) li başûrê welêt bêbandor kirine.
Artêşa Sûdanê diyar kir ku tevî agirbesta di 21’ê Hezîranê de hêzên SPLM-N êrişî hêzên wan kirine û rastî bersivên tund hatine.
Şerê ku di 15’ê Nîsanê de li paytext Xartûm destpêkiriye heta niha jî bi dawî nebûye.
Ji ber şerê heyî heta niha bêtirî 3 hezar kes, ku piraniya wan sivîl in, hatin kuştin û bi deh hezaran birîndar bûne.
Her wiha bêtirî 4,3 mîlyon mirov jî koçber bûne.



