Li Hindistanê krîza bacanan: Li xaringehan xarinên bêbacan!

Li Hindistanê krîza bacanan derketiye.
Xwaringehên cîhanî yên navûdeng yên li welat yek bi yek xarinên bacan dikevin nava wan ji lîsteyan xwarinê derdixin.

Piştî zincîreyên xwarinên bilez ên navneteweyî yên wekî McDonald’s û Subway li Hindistanê, Burger King jî biryar da ku xarinên bacan di nav de ne ji lîsta xarinê derxîne.

Li xaringeheke li paytext Delhiya Nû pankartek li ser nivîsa “pêwistiya bacanê jî bi betlanê heye” hat daliqandin.

Xaringehê serdema vê yekê jî bi bihabûna nirxê bacanan ve girêda.

Hefteya borî Banka Reserve ya Hindistanê derbarê bacanan de daxuyaniyeka.

Bankê diyar kiribû ku ji ber şert û mercên hewayê yên xerab û nexweşiyên li qadên çandiniyê bihaya bacanan qat bi qat zêde bûye.

Wezîra Aboriyê ya welêt, Mirmala Sitharaman, ragihand ku hikumetê qedexeya îthalatê ya ku li ser Nepalê hatibû danîn rakir.

Bihayê bacanan nêzîkî euroyekî bûye.

Di medyaya herêmî de hat ragihandin ku pêlên germa zêde yên li welêt û barana zêde ya li qadên çandiniyê bandoreke neyînî li çinîna bacanan dike.

Pispor diyar dikin ku ji ber guherîna avhewayê li Hindistanê bûyerên hewayê yên tund dest pê dikin.

Back to top button