YPG: Ekrem Ustek di dema berxwedana Kobanê de bi ruhê seferberiyê beşdar bû

Fermandariya Giştî ya YPG’ê û Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê derbarê êrişa li ser Kobanê şermezarkirin û diyar kirin armanca êrişan têkbirina ewlehî û aramiya herêmê ye. YPG’ê û Rêveberiya Xweser ji malbata Şehîd Ekrem Ustek û gelê kurd re hat xwestin û bang li civaka navnetewî hat kirin ku berpirsyariyên xwe li hember êrişan bi cih bînin.

Fermandariya Giştî ya YPG’ê û Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê derbarê êrişa li ser Kobanê de daxuyanî dan..

Fermandariya YPG’ê di daxuyaniya xwe diyar kir ku di êrişa li ser mala li bajarê Kobanê de welatparêzê hêja Ekrem Ustek Şehîd bû..

Fermandariya YPG’ê eşkere kir ku Şehîd Ekrem Ustek di sala 1969 an li Şirnexê hatiye dinyayê û wekî welatparêzekî ji bo azadiya gelê Kurdistanê xebat daye meşandin û got:

“Ji bo vê dozê ew 13 salan di girtîgehên dewleta Tirk de ma.

Di dema berxwedana Kobanê de bi ruhê seferberiyê bersiv da banga Serokatî û tevlî berxwedana Kobanî bû.

Piştî berxwedana dîrokî ya Kobanê, li Rojavayê Kurdistanê di kar û xebatên şoreşê de cîh girt.”

Fermandariya YPG’ê balkişand li ser fetisandina dewleta Tirk di hundir ku dixwaze bi van êrişan binixumîne û wiha domand.

Fermandariya YPG: Divê gelê me bêhelwest nemîne

“Dewleta Tirk di êrişan de ti pîvan an jî hiquqa şer nas nake.

Gelek caran sivîlan dike hedef û bi vê eşkere derdikeve holê ku dewleta Tirk dijminê hemû gelên heremê ye.

Em van êrişên hovane ku tê de gelek caran mirovên sivîl tên hedef girtin, bi awayek tund şermezar dikin û bang li gelên xwe û raya giştî ya cîhanê dikin bêhelwest nemînin..”

Fermandariya Giştî ya YPG di dawiya daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbat şehîd Ustek û ji gelê Kurd re xwest û soza serkeftinê dubare kir.

Rêveberiya herêma Firatê: Armanc têkbirina aramiya herêmê ye

Rêveberiya Xweser a herêma Firatê jî bi daxuyaniyekê êriş şermezar kir û diyar kir ku armanca êrişan têkbirina ewlehî û aramiya herêmê ye.

Rêveberiya xweser her wiha bang li civaka navnetewî û hêzên garantor kir ku berpirsyariyên xwe li hember van êrişan pêk bînin.

Back to top button