Rêveberiya Xweser: Bicihkirina koçberên Sûrî li herêmên dagirkirî guhertina demografî ye

Dewleta Tirk a dagirker li herêmên ku dagir kirine, bi riya bicihkirina koçberên Sûrî, guhertina demografî didomîne.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev yek red kir û bang li gelê Sûriyê û civaka navneteweyî kir ku li ber vê projeya mêtîngeriyê ya dewleta Tirk rabin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê bicihkirina koçberên Sûriyê li herêmên dagirkirî, daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser siyasetên mîtîngeriyê yên dewleta Tirk û wiha hat gotin:

“Dewleta Tirk di serî de li Sûriyê, mayîndekirina siyasetên xwe yên mêtîngeriyê û osmanîkirina herêmê, dewam dike û bi rêbazên diyar pêk tîne.”

Di daxuyaniyê de behsa avahiyên mîtîngeriyê ku dewleta Tirk ava dike jî hat kirin û ev tişt hatin gotin:

“Dewleta Tirk bi hevkariya gelek komeleyên herêmî û yên Qeterî û Kiwêtî avahiyên mêtîngeriyê ava dike û ji şêniyên ku têkiliyên wan bi herêmê re tune ye cih amade dike.

Divê tu alî nebin amûrên van projeyên dewleta Tirk û siyasetên wê.”

Di daxuyaniyê de bal haet kişandin ser bicihkirina koçberên Sûrî li herêmên dagirkirî û wiha hat domandin:

“Projeya ji nûve bicihkirina penaberên Sûrî li herêmên ku ne yên wan in, projeyeke xeter û guhertina demografiya herêmê ye.

Dewleta Tirk dixwaze kemberê li hin herêman ava bike û Sûriyan ji wir koçber bike.

Ev kembera Ereban a ku hikumeta Baas di salên 1970’î de ava kiriye, bi bîra me dixîne.

Armanca her du projeyan yek e, ew jî guhertina binesaziya mirovî ya resen a herêmê ye.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê Sûriyê û civaka navneteweyî hat kirin ku li hember vê projeya mêtîngeriyê ya dewleta Tirk bisekinin.

Back to top button