HPG’ê: Navendên dagirkeriya Tirk li başûr bûn armanca çalakiyan

Baregehên artêşa Tirk ên li Başûrê Kurdistanê ku veguherîne navendên êrişên dagirkeriyê, dibin armanca çalakiyên gerîlla. Gerîlayan li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna derbên giran li hêzên dagirker dan. Li gorî daxuyaniya HPG’ê di çalakiyan de 6 leşker hatin kuştin û tankek jî hate rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlla agahiyên nû bi raya giştî re parve kirin.

Li gorî vê;

  • Li herêma Avaşînê

10 Gulanê, leşkerên artêşa Tirk xwestin li derdora çeperên şer ên Qada Werxelê bicih bibin.

Gerîllayên jin bi çekên giran li van hêzan dan û di encamê de 2 leşker hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.

Êvara heman rojê, yekîneyên artêşa Tirk careke din bûn armanca lêdana gerîllayên YJA-Star’ê.

  • Li herêma Zapê

9 û 10’ê Gulanê, dagirkerên ku xwestin li derdora çeperên şer ên Qada Kurojaro bicih bibin, bûn armanca lêdana çekên giran ên gerîlla.

Li aliyê Girê Şehîd Şemdîn jî gerîllayên jin li çeperên artêşa Tirk dan.

Li Girê Şehîd Cûdî yê girêdayî Qada Karker, dagirkerên xwestin daran bibirin, bûn armanca gerîlla.

Di vê çalakiyê de leşkerek hat kuştin.

Şeva 10’ê Gulanê, artêşa dagirker xwest bi helîkopteran Qada Kurojaro bombebaran bike.

Lê di encama bersivdayîna gerîlla de, helîkopter neçar man ji herêmê dûr bikevin.

Artêşa Tirk weke heman caran, ji ber ku li hemberî gerîlla nikarî pêşde biçe, dîsa li gelek deveran gazên kîmyewî bikar anî.

  • Li herêma Metîna

Li Herêma Metînayê jî baregehên dewleta Tirk a dagirker di hedefa gerîlla de bûn.

Bi taybetî jî baregehên Kanî Masî û Bamernê ku veguherîne navendên êrişên dagirkeriyê.

Gerîlla 10’ê Gulanê bi bandor li van herdû baregehan dan û di encamê de, 3 leşker hatin kuştin û tankek hate rûxandin.

Navenda Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di navbera 9 û 10’ê Gulanê qadên Xakûrkê û Zapê ji aliyê balafirên şer ve hatin bombebarankirin.

Back to top button