Careke din dewleta Tirk bi dronan êrişî Kobanê kir.
Navenda Kobanê û başûrî wê hatin bombebarankirin.
Nûçehihana me ragihand se’etên sibehê artêşa Tirk a dagirker bi dronan êrişî Kobanê kir.
Dewleta dagirker di navbera nîv se’etê de 2 caran bajarê Kobanê bombebaran kir
Êrişa yekemîn li ser rêya Helebê ya li başûrê Kobanê û ya din jî li navenda bajarê Kobanê pêk hat.
Di encama êrişa li ser navenda bajêr de welatiyê bi navê Ekrem Ûstek şehîd bû.
Her wiha zirarên madî li mal û dikanên şêniyan bû.
Li asîmanê Kobanê tevgera balafirên dewleta Tirk heta demekê dewam kir.