Parêzeran ji bo rakirina qedexeya li ser PKK’ê serî li wezareta karên hundir aya Almanyayê dan

Ji bo rakirina qedexeya li ser PKK’ê, parêzeran serî li Wezareta Karên Hundir a Elmanyayê dan û xwestin PKK ji ‘lîsteya rêxistinên terorê’ bê derxistin.

Li kêleka kampanya û çalakiyên ji bo derxistina PKK’ê ya ji lîsteya terorê, têkoşîna hiqûqî jî dewam dikin.

Parêzer Dr. Peer Stolle û Dr. Lukas Theune, ji bo PKK ji ‘lîsteya rêxistinên terorê’ ya Almanyayê bê derxistin, serê sibê serlêdana fermî li Wezareta Karên Hundir a Almanyayê ya Federal kirin.

Nûnerên qanûnî yên Komeleya Demokrasî û Hiqûqê ya Navneteweyî (MAF-DAD) bi vî rengî li dijî qedexeya ku 29 sal in dewam dike dest bi têkoşîneke nû ya hiqûqî kirin.

Partiya Karkerên Kurdistanê -PKK di 26’ê Mijdara 1993’an de cara ewil ji aliyê dewleta Alman ve hate qedexekirin.

Back to top button