Li gelek deverên herêmê şehîd Şîlan û hevalên wê hatin bibîranîn

Bi boneya 19’emîn salvegera şehadeta Endama Komîteya Navendî ya PYD’ê Şîlan Kobanê û her çar hevalên wê li seranserî herêmê çalakî hatin lidarxistin.
Di çalakiyan de her 5 leheng hatin bibîranîn û soza şopandina rêya wan û a tevayî şehîdan hate dayîn.

Di 29’ê Mijdara 2004’an Endam Komîteya Navendî ya PYD’ê Şîlan Kobanê û 4 hevrêyên wê şehîd Hecî, Fûad, Zekeriya û Cemîl li Mûsilê de bi komployekê hatin şehîdxistin.

Îro 19 sal di ser şehadet şehîd Şîlan û hevrêyên wê re derbas dibe.

Bi vê boneyê li deverên cuda yên herêmê Şehîd Şîlan û her 4 hevrêyên wê hatin bibîranîn.

Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê li Minbicê şehîd Şîlan û hevrêyên wê bi beşdariya bi dehan saziyên sivîl û endamên partiyê bibîranîn.

Di merasîma bîranînê de hate gotin:

“Bi fikir û felsefeya rêber Apo û bi saya van şehîdan em îro li vir kom bûne.

Em jî wekî pêkhateyên herêmê soza şopandina vê rêyê didin.”

Li Reqayê jî bi heman armancê merasîma bîranînê hate lidarxistin.

Kesên di merasîmê de axivîn diyar kirin di şexsê şehîd Şîlan tevahî jinên azadîxwaz hedef girtin, lê wan nizanîbû ku bihezaran Şîlan derketin û rêya wê domandin.

Merasîm bi pêxistina mûmeyan û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

PYD’a Kobanê jî bi heman armancê civînek lidarixst û şehîd Şîlan û hevrêyên wê bibîranî.

Her wiha li Şehbayê jî ji bo bîranîna her 5 qehremanan civînek ji gel re hate lidarxistin.

Li Eyn Îsayê jî civînek hate lidarxistin û şehîd Şîlan û hevalên wê hatin bibîranîn.

Di civînê de bal hate kişandin ser têkoşîn û berxwedana Şehîd Şîlan a li dijî zihniyeta zilamsalar.

Bi dehan xelkê navçeya Tirbespiyê jî kom bûn û şehîd Şîlan û hevalên wê bibîranîn.

Xelkên navçeyên Til Hemîs û Til Birakê jî bi civînên girseyî şehîd Şîlan û her çar hevrêyên wê bibîranîn.

Di civînan de behsa awayê şehîdxistina her 5 şoreşgeran û armanca wan jê hate kirin.

Her wiha li Dirbêsiyê jî şehîd Şîlan û her 4 hevalên wê bi daxuyaniyekê hate bibîranîn.

Hate gotin ku li dijî êrişên xiyanetkar em ê berxwedana xwe bidomînin.

Li Til Temirê bi heman armancê civînek ji gel re hate lidarxistin.

Di civînê de qala jiyana Şehîd Şîlan û berxwedan wê hate kirin.

Li navçeya Holê jî ji bo bîranîna şehîd Şîlan û hevalên wê civîn pêk hat.

Back to top button