Dagirkeriya Tirk li dijî destkeftiyên Kurdan di nava êrîş û pilana de ye

Dagirkeriya Tirkiyê bi salane li dijî Kurdan û destkeftiyên wan êrîşan pêk tîne û dixwaze wan bê nasname û hebûn bihêle.
Di vê nûçeyê de mê ji were hin kirin û sûcên Erdogan yên li dijî Rojava û Başûrê kurdistanê eşkere bikin.

Erdogan ji bo zarokên Xezayê rondikên xapînok dibarîne.

Lê heman kirinên Îsraîl bi serê Xaza tîne, bi serê Kurdan dike.

Piştgiriya komên terorîst dike, çekên qedexekirî yên kîmyayî kar tîne, beşek ji axa Rojavayê Kurdistanê dagirkiriye.

Bi sedan zarokên Kurdan kuştin.

Radibe û rû dine behsa mafê mirovan û pîvanên exlaqî dike.

Erdogan li kuderê Kurdan dibîne êrîş dike û hewl dide ji kokê ve Kurdan qir bike.

Di sala 2014’an de beriya êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê, dewleta Tirk a dagirker Kobanê dorpêç kir û nehişt ku alîkarî bigihije Kobanê.

Rê li ber çeteyan vekir ku ji çar aliyên cîhanê di ser Tirkiyê re êrişî bajêr û pêşengên şoreşa Rojava- Bakur û Rojhilatê Suriyê bikin.

Lê di demeke kurt de xeyala Erdogan têk çû..

Di sala 2018’an êrîşî Efrîn kir, 2019’an bi awayekî eşkere bi çeteyên xwe re li dijî Sarêkanî û Girê Sipê bi her cure çek êrîşek da destpêkirin û dagirkirin.

Mafê mirovan û qanûnên Navneteweyî yên ku Erdogan ji bo Xezayê behs dike, mixabin ne li Serêkaniyê ne jî Girê Sipî hat dîtin.

Bi cûrbicûr çekên qedexe yên fosforê zarok kuşt û birîndar kir.

Sînaryoya li Efrînê li Serê Kaniyê û Girê Spî meşand û komên xwe yên çete li herêmê bi cih kirin.

Di berdewamiya êrişên esmanî yên li dijî Rojavayê Kurdistanê de, sibeha 5’ê Cotmehê, bi dehan navendên niştecihbûn, tenduristî, xizmet, akademîk, stasyonên sotemeniyê û avê bombebaran kir..

Di van êrişên dawiyê yên li ser tevayî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de 47 kes şehîd û 59 kes jî birîndar bûn ku piraniya wan sivîlin.

Li gel van hemû êrişan, li aliyekê din ava Çemê Firatê ku çavkaniya ava vexwarinê ya xelkê herêmê ye û çandiniya wan li ser vî çemî ye, bi awayek keyfî digire.

Başûrê kurdistanê jî ji van êrîşan ne bê pare..

Dagirkeriya Tirkiyê bi aramanca dagirkirina Başûr jî êrişên xwe yên esmanî û bejahî didomîne.

Bi dehan kîlometre ketiye Başûrê Kurdistanê û baregehên leşkerî ava kirine.

Li Şengal, Mexmûr, Pênciwên, Rapêrîn û Germiyanê jî di nav de bombebaran dike.

Bi êrişên li ser Avaşîn, Matîna û Zapê û bikaranîna çekên qedexekirî yên taktîk û kîmyawî, 158 gund hatin valakirin û zêdeyî 600 gund di bin xeteriya valakirinê de ne.

Ev nûçe tenê hin ji kirinên Erdoganê ku behsa maf û qanûnê Navneteweyî dike, eşkere dike.

Back to top button