Li Dêrazorê ji bo şehîd Ferhad Dêrik konê sersaxiyê hate vedan

Merasimên sersaxiyê ên ji bo Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser Şehîd Ferhad Dêrik dewam dikin. Meclisa herêma Rojava ya Dêrazorê jî konê sersaxiyê veda.

Meclisê li navenda xwe ya li Kesera kon sersaxiyê ji bo Ş.Ferhad Dêrik veda.

Bi dehan şênî û endamên saziyan û her wiha şêx û ruspiyê Dêrazorê serdana kon kirin.

Di bin kon de, bi navê Meclisa Herêma Rojava Mihemed El-Ebdellah û karûbarê Olî Ebdul El-Mutî El-Xelîl axivîn.

Di axaftinan de soza berdewamiya riya şehîdan hate nûkirin û bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kirin ku li dijî Dewleta Tirk perprsyariyê xwe bi cih bînin.

Back to top button