Îsraîlê êrişî artêşa Şamê kir herî kêm 5 kes jiyana xweji dest dan

Êrişên hewayî yên Îsraîlê li dijî hêzên hikûmeta Şamê û Mîlîsên Îranê yên li Sûrî didome.
Îsraîlê nêzî balefirgeha Şamê êrîşeke hewayî kir û hate ragihandin herî kêm 5 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin.

Li gorî ajansa nûçeyan a bi navê Sana ya ku girêdayî hikumeta Şamê ye, ragihand ku balafirên Îsraîlê doh nêzî balafirgeha Şamê êrişeke hewayî li dijî hêzên Şamê pêk aniye.

Heman çavkaniyê diyar kir ku di êrîşê de 5 leşker hikûmeta Şamê hatine kuştin û xisareke maddî li devera bombebarkirî pêk hatiye.

Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê jî diyar kir ji xeynî 5 leşkerên Sûriyeyê, du milîsên ku Îranê piştgirî dida wan jî di êrişê de jiyana xwe ji dest dane.

Hêzên hewayî yên Îsraîlê di du mehên dawîn de balefirgeha Helebê ya li bakurê welat du caran bombe kir.

Ji sala 2011’an û vir ve piştî ku şerê li Sûriyeyê dest pê kir, Îsraîlê bi sedan caran li hêzên Şamê, hêzên Îranê û Hîzbûllaha Lubnanê daye.

Back to top button