Rêveberiya Xweser bi boneya Cejna Ekîto1 û 2 Nîsanê betlane ragihand

Bi boneya Cejna Ekîto Rêveberiya Xweser bi biryarnameyekê ragihand ku 1 û 2’ên Nîsanê dikin betlane.

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya cejna sersala Suryanî-Asûrî-Babilî (Ekîto) biryarnameyeke bi jimara 8’an ragihand.

Rêveberiya Xweser diyar kir ku tevahî sazî û navendên fermî yên girêdayî wê, rojên şemî û yekşemê ‎1 û 2 Nîsan’ê dikin betlane.‎

Rêveberiya Xweser da zanîn tenê saziyên ku karê wan berdewamê dixwaze, dê nekin betlane.

Back to top button