BALAFIRÊN ŞER ÊN RÛSYA Û SÛRIYÊ 57 BERMÎLÊN TEQEMENIYÊ SER HEMA Û IDLIBÊ BARANDIN

Piştî 6 meh rawestandin, bermîlên teqemeniyê yên rêjîmê bi ser Idlib û Hemayê ve tên barandin.
Balafirên şer ên rêjîma Sûrî herêmên bakurê Hema û başûrê Idlibê bombe kirin.
Her wiha balafirên Rûsî jî beşdarî bombekirinê bûn.

Bombekirin bi giranî li ser herêmên Sehil El-Xab, Cebel Şehşebo û gundewarên herêma Cisir El-Şixûr bû.

Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, ji duh ve 57 bermîl hatin barandin.

Li aliyê din, ji ber topbarana komên çete, 3 leşkerên rêjîmê hatin kuştin.

Hêjayî gotinê ye, gurbûna şer û topbaranê, piştî binketina civîna Astana ya dawî hat.

Di civînê de Rûsya, Îran û Tirkiye li ser çarenûsa Idlibê û avakirina komîteya destûrî li hev nekiribûn.

Leave a Reply

Back to top button