1’Ê GULANÊ LI ÎRANÊ BI GIRTIN Û BINÇAVKIRINÊ DERBAS DIBE

Li seranserî cîhanê karker roja 1’ê Gulanê weke Roja Cîhanî ya karker û kedkaran pîroz dikin. Lê li Îran û Rojhilatê Kurdistan tevî rewşa xirab a karkeran, di vê rojê de karker tên binçavkirin û girtin.

Her sal karker û kedkarên cîhanê wekî bîranînek ya serhildana karkerên di 1’ê Gulana 1886’an de li Şikagoya Amerîkayê ku ji bo bidestxistina mafên karkeran serî hildabûn bibîrtînin.

Ev roj li piraniya welatên cîhanê bi fermî weke roja bêhndanê hatiye pejirandin.

Lê berevajiyê hemû cîhanê, tevî ku di destûra Îranê de ev roj ji bo karkeran wekî roja bêhndanê hatiye nasîn jî, lê li Îranê bêhndan nayê dayîn û astengî ji bo hemû çalakî û pîrozbahiyên vê rojê têne derxistin.

Karkerên ku di vê rojê de derdikevin kolanan û dixwazin vê rojê pîroz bikin, ji aliyê hêzên rejima Îranê ve têne binçavkirin.

Her wiha di rojên borî de li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê rêxistin û sendîkayên karkeran ku dema xwestin bi boneya vê rojê merasîm û daxuyaniyan bidin, rastî astengî û binçavkirinan hatin.

Leave a Reply

Back to top button