Li Efrîna dagirkirî careke din çeteyên dewleta Tirk a dagirker xwe bi xwe şer kirin.
Di encamê de çeteyek birîndar bû.
Ajansa Hawarê li gorî çavkaniyên xwe ragihand li Efrîna dagirkirî di navbera çeteyên ”El-Hemzat” û çeteyên ji eşîra El-Miwalî de şer derket.
Di encama de şer de çeteyekî ji koma ”El-Hemzat” birîndar bû.
Çeteyên El-Miwalî jî li derdora Efrînê bendên kontrolê danîn û çeteyên girêdayî ”El-Hemzat” digirin.
Li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de aramî têk çûye.
Çete jî li ser parvekirina diziyan û qaçaxçîtiyê şerê hev dikin.