Rêjîma Îranê 12 girtiyê din bidarve kirin

Li nava welatên cîhanê de herî zêde rejîma Îranê cezayê darvekirinê li mirovan dibire.
Rejîma Îranê li girtîgeha Zahidanê 12 girtî bi darve kirin.

Li gor hin saziyên çapemeniyê yên Îranê, duh li girtîgeha navendî ya bajarê Zahidanê 12 girtî hatin bidarvekirin.

Hat diyarkirin ku ew kes ji ber bazirganîkirina madeyên hişber, cezayê darvekirinê lê hatibûn birîn.

Li gor rapora salane ya Rêxistina Efûyê ya navneteweyî rejîma Îranê di sala 2021’an de herî kêm 314 kesan bidarve kiriye

Back to top button