Dirbêsiyê-Cenazeyê Hekem Xelo li gundê Çolbistan hat veşartin

Cenazeyê kesayetê welatparêz Hekem Xelo li cihê jidayikbûna wî li gundê Çolbistan yê Dirbêsiyê hat veşartin.

Doh hevserokê berê yê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê Hekem Xelo ji ber krîza dil wefat kir.

Ji bo veşartina cenazeyê Hekem Xelo merasîmek li goristana gundê Çolbistan ê Dirbêsiyê hat lidarxistin.

Bi sedan xelk, di nav de endamên saziyên sivîl, meclis û desteyên Rêveberiya Xweser beşdar bûn.

Di merasîmê de Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê Hikmet Hebîb axivî û got:

“Hekem Xelo yek ji kesayetên welatparêz ên navdar bû, ji bo parastina aştiya navxweyî kedeke mezin da.

Hekem wekî şêwirmendê Rêveberiya Xweser kar kir û rola wî di Desteya Rûspiyan de jî mezin bû.”

Ji Rêveberên Akademiya Civaka Îslama Demokratîk Ebdulkerîm Saroxan sersaxî ji malbata Xelo re xwest.

Ebdulkerîm Saroxan diyar kir ku Hekem Xelo roleke mezin di çareserkirina pirsgirêkên civakê de lîst.

Back to top button