Çigdem Kiliçgun: Divê meseleya Kurd bê çareserkirin

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çigdem Kiliçgun Uçar, Hevseroka Komeleya Piştevanî û Alîkariyê Evîn Genç û Hevseroka berê ya Partiya Wekhevî û Demokratîk a Gelan (HEDEP) Îlknûr Bîrol derbarê tercrîda li ser Rêber Apo axivî. Kesayetan diyar kir ku ji bo demokrasî bê avakirin divê meseleya kurd bê çareserkirin divê ji bo vê yekê gav bê avêtin.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çigdem Kiliçgun Uçar tecrîda li dijî rêber Apo û meşa ji bo Azadiyê nirxand.

Çigdem Uçar destnîşankir ku Rêber Apo daxwazên vî gelî dît û ji bo wê divê bi awayek fîzîkî azad bibe.

“Meşa ji bo azadiyê bi daxwaz gelê Kurdistanê derket holê.

Ji bo jiyaneke hevpar û demokratîk divê her kes daxwazên gelê kurd bigire ber çavan.

Ev ne tenê meşa gelê kurd meşa hemû gelan e. Loma em hemû kesî vedixwînin Meşa Azadiyê.”

Çigdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku ji bo demokrasî bê avakirin divê meseleya kurd bê çareserkirin divê ji bo vê yekê gav bê avêtin û wiha got:

Çareserî li cem desthilatdariyê; li cem Birêz Abdulah Ocalan e.

Çimkî meseleya kurd ji bo vî welatî gelekî girîng û jêneger e.

“Azadiya birêz Ocalan azadiya tevahî civakê ye”

Hevseroka Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re (ANYAKAY-DER) Evîn Genç û Hevseroka berê ya Partiya Wekhevî û Demokratîk a Gelan (HEDEP) a Stenbolê Îlknûr Bîrol derbarê “Meşa Azadiyê” de axivîn û banga tevlîbûnê kirin.

Evîn Genç, diyar kir ku 33 meh in tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nehatiye girtin û wiha anî ziman:

Ev mijar bi taybetî me jinan dixe nava fikaran û me xemgîn dike.

Em bang li gelê xwe dikin ku tevlî meşê bibin.

Divê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bê.

Hevseroka berê ya HEDEP’ê ya Stenbolê Îlknur Bîrol jî da zanîn ku li Tirkiyê pirsgirêka sereke neçareserkirina pirsgirêka kurd e û wiha axivî:

Heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê tundî, destdirêjî berdewam bike.

Muzakereya demokratîk divê pêk bê.

Sepêndinên rejîmê ji ber pergala tecrîdê ya li Îmraliyê pêk tê.

Êdî gel nikare nefesê bigire.

Îlknur Bîrol di dawiyê de diyar kir ku Divê em li dijî aqilê dewletê têkoşîna xwe mezin bikin.

Back to top button