Îro li Helebê yekemîn konferansa Yekîtiya Êzidiyan hate lidarxistin.
Beşdaran diyar kirin ku li darxistina konferansê li dijî êriş û qirkirinên li ser civaka Êzidî bersivek e
Konferans bi diruşmeya “Rêxistina civaka êzdî miksogeriya têkbirina komkujiyê ye” pêk hat.
Ji Şehba û Herêma Cizîrê jî di nav de gelek endamên meclis û saziyên beşdarî konfiransê bûn.
Di konfiransê de perspektifên Rêber APO yên der barê Êzidiyan de hate xwendin.
Piştre Hevserokê Civaka Demoqratîk “TEV-DEM”ê Xerîb Hiso axivî.
Xerîb Hiso konfirans li Êzdiyan pîroz kir û diyar kir ku ev kombûn pêngaveke mezin û cihê şanaziyê ye.
Endamê Yekîtiya Êzidiyan li Sûriyê Ziyad Hesen jî qirkirinên ku li ser Êzîdiyan û çanda Êzîdiyan bi bîrxist.
Ziyad Hesen bang li kesên peywendî kir ku êdî rawestînin qirkirinan û nijadperestî , ku bibe destpêka projeya aştiyê.
Li ser ser navê Yekîtiya Jinên Êzidî li Rojava Roşîn Musa jî axivî û got:
“Li darxistina konferansê li dijî êriş û qirkirinên li ser civaka Êzidî bersivek e”