Lîderê Koreya Bakur kim wê bi Putin re bicive

Dirêjbûna şerê li Ukrayna û aloziya li nîvgrava Koreyê, Moskow û Pyongyangê nêzî hev dike.
Lîderê Koreya Bakur Kim ji bo hevdîtina bi Serokê Rûsya Putin re, berê xwe da wî welatî.
Di rojeva sereke de, piştevaniya Pyongyang ya di warê leşkerî de bû Moskowê heye.
Di berdêla wê de jî wergirtina alîkariya xwarinê ya ji bo Koreya Bakur heye.

Lîderê Koreya Bakur Kim Jong Un ji bo bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re hevdîtinê pêk bîne li Rûsyayê ye.

Wezareta Parastinê ya Koreya Başûr ragihand ku trêna zirxî ya taybet a Kim roja Sêşemê danê sibê sînorê Rûsyayê derbas kiriye.

Medyaya dewletê ya Koreya Bakur jî ragihand ku trêna Kim roja Yekşemê piştî nîvro ber bi Rûsyayê ve çûye.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ragihand ku hevdîtina Putin-Kim wê li Vladivostok a herêma rojhilatê Rûsyayê, li nêzî sînorê Koreya Bakur pêk were.

Peskov diyar kir ku piştî hevdîtina şandeyên aliyan wê Kim û Putin bên gel hev.

Tê çaverêkirin ku rojeva sereke ya civînê şandina çek û cebilxane ji Koreya Bakur bo Rûsyayê be.

Di nûçeyê de, li ser daxuyaniyên nûnerên payebilind ên hikûmeta Amerîkayê, hat îdiakirin ku Moskow di şerê li dijî Ukraynayê de ji ber nebûna têra xwe çek û cebilxane bi fikar e.

Rojnameya New York Times nivîsî ku Putin hêvî dike ku Koreya Bakur bi top û cebilxaneyên dijî tankan piştgirîya wan bike.

Kim jî tevî teknolojiya pêşketî ya satelaytî û keştiyên noqîvan wê daxwaza alîkariya xwarinê bike.

DYA: Rûsya di rewşekê de ye ku ji Koreya Bakur lava bike

Wezareta Karê Derve ya Amerîka derbarê hevdîtinê de daxuyaniyek da û ragihand, Waşingtonê mafê sepandina cezayên li ser her alîkariyên çekdarî parastiye.

Berdevk Matthew Miller doh got:

“Her şandina çekan ji Koreya Bakur bo Rûsyayê wê bibe binpêkirina gelek biryarên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî.”

Miller got,

“Rastiya ku Rûsya nikare çek û madeyên xav ên pêwîst ji bo dewamkirina vî şerî bidest bixe, neçar ma ku ji Koreya Bakur piştgirîya leşkerî bixwaze.”

Kim, ku berê tenê carekê çûbû Rûsyayê, di Nîsana 2019’an de serdana Vladivostok kir.

Wê demê tiştek ji hevdîtina Putin-Kim ya bernameya nukleerî ya Koreya Bakur hat nîqaşkirin de, derneket.

Back to top button