Tê payîn ku serokomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan îro serdana Almanyayê bike.
Komeleyên civaka sivîl ên Almanyayê li dijî serdana serokomar Erdogan a ji Almanyayê banga xwepêşandanan kir.
Erdogan, hemwextî êrişên li dijî gundên Rojava û Başûrê Kurdistanê û sûcên desthilata wî yên girtina rojnameger, siyasetmedarên Kurd serdana Almanyayê dike.
Li hember serdana Erdogan a ji bo Almanyayê komeleyên sivîl û kesayetên civakî banga xwepêşandanan kir.
Komeleyê diyar kir ku ew ê li pêş Qesra Bellevue xwepêşandanan li dar bixin.
Lewma bang li her kesî kir ku tevlî çalakiyê bibin û serdana Erdogan pirotesto bikin.