”Wê kongra hêz û kesayetên nîştimanî yên demokrat bê lidarxistin”

Endamê Meclisa Serokatiya MSD’ê Elî Rehmûn dibêje wê destpêka Hezîrana bê hêz û kesayetên nîştimanî yên demokrat ên Sûriyê bên ba hev.

Elî Rehmûn ku di heman demê de endamê Komîteya Amadekar a Kongreya Hêz û Kesayetên Nîştimanî yên Demokratîk ên Sûriyeyê wiha dibêje:

”Li ser asta Sûriyê û derveyê wê, gelek hevdîtinên şêwiriyê li dar ketin da ku kongre bê lidarxistin. Ji bo wê jî komîteyek amadekar hat hilbijartin.

Di hevdîtinên me de diyar bû ku hêzên nîştimanî yên demokrat ên Sûriyeyê belav in û tu çalakbûna wan tune ye.

Ji ber wê armanca me ya sereke a lidarxistina vê kongrê jî komkirina van hêzan e da ku di çareseriya siyasî de bibin xwedî rol.”

Elî Rehmûn destnîşan kir ku kongre wê di Hezîrana bê de bê lidarxistin û piştrast kir ku xebatên wan heta lidarxistina kongreyê berdewam in.

Back to top button