KCDK-E: Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ji êrişa li ser Amedsporê berpirsiyar e

KCDK-E’yê têkildarî êrîşa li ser Amedsporê ya li Bûrsayê daxuyaniyek da û diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP û Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ji êrîşê berpirsyar in.

KCDK-E’yê êrîşa li Bûrsayê ya di dema maça navbera Bûrsaspor û Amedsporê de li hemberî tîma Amedsporê hate kirin, şermezar kir.

KCDK-E’yê ragihand ku hikumeta AKP-MHP’ê ya ku nerazîbûna li qada sporê ya li hemberî felaketa erdhejê bilind bû bi vê şêwazê dixwaze pêşiya bertekan bigre

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, ev êriş netenê li dijî Amedsporê bû, ev yek li dij tevahiya gelê Kurd e.

Di dawî dî KCK-E’yê got:

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ku di binê enqazê de maye çi dike bila bike wê hesabê her zordariyê bide û têk biçe.

Amedspor bi tenê nîne, divê bi tenê neyê hiştin.”

Berteka 14 baroyan a ji bo êrişên nijadperest ên li hemberî Amedsporê

http://mezopotamyaajansi35.com/kr/HEM-NCE/content/view/200723

Ji aliyeke din 14 baroyên hiqûqî yên Bakurê Kurdistanê êrişa li hember Amed Sporê şermezar kirin û gotin:

Ev êrişa nijadperest a di maça Amedspor-Bûrsasporê de rûda, di şexsê Amedsporê de li hemberî tevahiya gelê kurd hatiye kirin, divê berpirs bên cezakirin.

Back to top button