MSD’ê ji bo rewşa heyî li Fafînê bi şêniyan re pêk anî

MSD’ê bi hevkariya bi TEV-DEM’ê, panelek li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê li darxist.

Panel bi diruşma”Têkoşîna me garantiya şoreşa jinan e” li hola Axîn Welat a Çand û Hunerê ya navçeya Fafînê hate lidarxistin.

Di panelê de du mijarên sereke bi beşdariya 70 nûnerên ji saziyên civaka sivîl hate dayîn hatin nîqaşkirin.

Mijara yekê bi sernavê “Jina ekolojîk di îsbatkirina şoreşa civakê de” û tê de behsa fikirên neteweya demokratîk li ser têgeha hevserokatiya di navbera mêr û jinan de hate kirin.

Her wiha mijara duyemîn jî ku bi sernavê ” Bi vîna me, em ê Efrînê rizgar bikin û dagirkeriyê bidawî bikin”

Tê de behsa krîza Sûriyê, analîzkirina rewşa Sûriyê, dagirkerî û azarên sêniyan hate kirin ku berdêla herî zêde jinan daye.

Piştire ev mijar bi beşdaran re hate parvekirin û tê de hat piştrast kir ku çareya yekemîn a bidawîkirina dagirkeriyê pêkanîna fikireya demokratî ya azad be û pêkanîna jinan a rola xwe di civakê de be.

Back to top button