Li dijî dorpêça li ser Şehbayê çalakî dewam dikin

Bertekên li dijî êriş û dorpêça li ser Şehbayê dewam dikin.
Li gelek deverên herêmê çalakî hatin lidarxistin û bang li saziyên mirovî yên navnetewî hate kirin ku bi erkên xwe rabin û dorpêça bi dawî bikin.

Gelê herêmê li dijî êrişan û ambargoya giran a li ser Şehbayê bi hêrs in û di nava çalakiyan de ne.

Îro bi sedan şêniyên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li dijî ambargoya giran daketin qadan.

Li ser navê Meclisa taxa Şêx Meqsûd Meriî Şiblî axivî û bang li hikûmeta Şamê kir ku dorpêça girankirî li ser Şehbayê rake.

Bi dehan jinên li Şehbayê jî li dijî ambargoyê daxuyanî dan.

Endama Koordînasyona Kongar Star Hêvî Silêman bi zimanê erebî û Kurdî daxuyanî xwend..

Hêvî bang li rêxistinên mirovî kir ku erkên xwe yên mirovî bi cih bînin û dorpêça li ser herêmê bi dawî bikin.”

Dîsa li Şehbayê koçberên Efrînê tevî pekhateyên Şehba bi meşekê dorpêça li ser Şehbayê şermezar kirin.

Gel li ser rêya gundên Wehşiyê ya Şehbayê kom bun û ber bi xala hêzên Rûsî ve meşiyan.

Li vir, daxuyanî hat dayîn û banga dawîbûna dorpêçê hat kirin.

Her wiha endamên Kombenda Efrîn a Civakî li Qamişloyê kom bûn û bi daxuyaniyekê ambargoya hikumeta Şamê ya li ser Şehba, taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê şermezar kir.

Di daxuyaniya Kombendê de hat diyarkirin ku zêdetirî du mehan e ambargoyeke giran li ser Şehbayê heye û hat gotin:

“Ev dorpêç dê rê li karesteke mirovî veke.”

Back to top button